H’emû nûçeSereke

Ji alîyê berjewandîyên Ermenîstanêda hilbijartina Harîsê baştire: Hovsêpyan

Heger Donald Tramp çawa serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bê hilbijartinê, beşdarbûna amêrîkîye nava pirsên herêmîda wê bê kêmkirinê û ew yek wê tehsîra Tirkîyayê bide zêdekirinê.Derheqa wê yekêda şuxulkarê civakî û sîyasî Vîgên Hovsêpyan gotîye News.am ê.

“Xêncî wê yekê Tramp pêwandîyên bîznêsê tevî dinîya tirka, bi taybetî tevî Tirkîyayê û Adirbêcanê, îzbat kirine.

Bo wê yekê jî, bona berjewandîyên Ermenîstanê, ermenîyên  Amêrîkayê gerekê dengê xwe bidine Kamala Harîsê. Nava wekîlên dîyaspora ermenîda, nava vê pirsêda, tabîya tomerî tune”,- ewî gotîye.

Hovsêpyan bîr anîye,wekî wextê şerê 44 roje serokê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Tramp  bû.

“Tabîya Waşîngtonê ya baş nîbû. Ratse, sala 2023 a, wextê paqijkirinên êtnîkîye li Arsaxê Baydên serok bû, lê axaftinên amêrîkî himberî serokatîya Tramp cuda dibûn”,- ewî gotîye.

Bi gotina Hovsêpyan, bi hesabhildana mecala, bona Ermenîstanê dijwar bû Amêrîka bikişanda alîyê xwe û dijî Tirkîyayayê, Adirbêcanê rakira. Ewî fikira xwe gotîye, wekî Ermenîstan gerekê sîyaseta balanskirî him tevî Rûsîyayê û him jî tevî Rojavayê mîyaserke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button