H’emû nûçeSereke

Meha çile-tîrmehê ya îsal de bazirganiya derve ya Ermenîstanê gihaştîye 20 milyard û 424,5 milyon dolarî

Li gorî daneyên hatine piştrastkirin, bazirganiya derve ya Ermenîstanê di navbera çile-tîrmeha sala 2024 a de ji rêjeya heman heyama par  bi 95 selefî ji sedî derbas kiriye û bûye 20 milyar û 424,5 mîlyon dolar. Li ser vê yekê komîteya îstatîstîkê ya Ermenîstanê ragihand.

Di tîrmeha sala 2024 a de, bazirganiya derve ya Ermenistanê  milyardek û 995,6 milyon dolar bû.

Di meha çile-tîrmehê ya îsal de îxracata ji Ermenistanê ji îndeksa heman heyama sala 2023 a 2,2 qat derbas kir û bû 8 milyard û 738,7 milyon dolar.

Îthalat di 7 mehên îsal de ji îndeksa heman heyama sala 2023 a yan ji 79,1 selefî derbas kir û bû 11 milyar û 685,8 milyon dolar.

Di navbera meha çile-tîrmehê ya îsal de dolarekî amerîkî bi navgînî bi 394,94, di meha tîrmehê de jî bi 388,07 diramî hate guherandin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button