H’emû nûçeSereke

Erdheja Spîtakê nîşan da ku ji bo stansîya atomî teknolojîyên rast hatine hilbijartin: pispor

Dewletên Yekbûyî pêşwaziya firsendên kûrkirina hevkariya navokî ya sivîl bi Ermenistanê re dike, li hêviya wê yekê ku Ermenistanê serî li Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê da ku tev li peymana ajansa ênerjiya atomê ya 123 a bibe.Heger Ermenistan bê pejirandin, dikare teknolojiyên  atomî yên sivîl yên amerîkî werbigire.

Pisporê neteweyî yê mijarên ênêrjiyê yên Neteweyên Yekbûyî, Ara Marjanyan, di axaftina xwe ya bi Radolur re dibêje, Ermenîstan ji bo ku beşdarî peymana 123 a ya ajansa ênêrjiya atomê ya Dewletên Yekbûyî bibe, daxwaz dike ku agahdariya li ser teknolojiyên  atomî  yên sivîl yên amerîkî werbigire û wan saz bike.

Nûnerê wezîreta karên der di bersiva lêpirsîna Sivîlnetê de diyar kir ku “Amerîka serlêdana Ermenîstanê ya ji bo tevlîbûna peymana 123 a lêkolîn dike”.

 “Di van salên dawî de cara ewil tê piştrastkirin ku Ermenîstan ji bo tevlêbûna peymana 123 a serlêdan kiriye. Heya niha 23 welat û rêxistin tevlî wê rêkevtinê bûne, ji wan Rûsya, Qazaxistan, Japon, rêxistina navdewletî ya MAGATE û hejmarek ji welat û rêxistinên din. Serlêdana tevlêbûna peymana 123 a ya amerîkî, Ermenistan hêvî dike ku agahdariya li ser têknolojiyên atomî yên sivîl yên amerîkî werbigire û têknolojiyên  atomî saz bike. Divê ev pêvajo bi tevahî wekî pêşbaziyek bi avakirina bloka  atomî ya nû ya li Ermenistanê rebe dîtin. Tê zanîn ku heta niha teklîfa Rûsyayê bi çend girêbestên îmzekirî li ser masê bû. Ji aliyê Koreya Başûr û Fransîyayê ve hinek eleqe hat nîşandan.

Hevpeyvîna min meseleyê bi tenê di warê pîşeyî de dinirxîne, tercîh dike ku li ser çarçoveya jeopolîtîk ya meselê nesekine. Ew bi bîr dixe ku di sal û nîvê berê de li Ermenîstanê du maseyên dorhêl yên pîşeyî li ser vê mijarê hatin lidarxistin û kurtejiyan hatin çêkirin.

“Kurteyên ku hatine weşandin, tê de bi zelalî tê gotin ku têknolojiya rûsî ya BVR ya bi kapasîteya 1200 megawat û pêşniyarên din yên girêdayî wê tenê ji hêla ênêrjiyê ve ji bo Ermenistanê sûdmend in. Pêşniyarên mayî ji xwezaya xwe zêdetir jeopolîtîk in”.

Li gorî berdevkê wezîreta der ya Amerîkayê, li gor yasayên fêdêral yên Amerîkayê, divê hukumeta Amerîkayê xala 123 a  ya yasaya ajansa ênêrjiya atomê ya Amerîkayê, ku şert û mercên pêwîst ji bo veguhestina têknolojiya navokî ya sivîl bo welatên din diyar dike, îmze bike. Ew dilniya dike, ku wezîreta der guhê xwe dide daxwaza Ermenîstanê ya tevlîbûna “Peymana 123 a”. Tê destnîşankirin ku heger Ermenîstan tevlî vê peymanê bibe, dikare rê li ber dîzaynkirin û çêkirina stansîya atomî ya nû ya bi têknolojiyên Amerîkayê li Ermenîstanê veke, ku wê şûna sansîya atomî ya Mêsamorê ya di serdema Sovyetê de hatibû çêkirin, veke.

 “Wê demê li Ermenîstanê hilbijartineke pîşeyî ya pir rast hat kirin. Di warê têknolojiyê de, bi navê têknolojiya BVR, ku di stansîyayên me yên  atomî de cih digire, li şûna teknolojiya RMBK ya rûsî hate hilbijartin, ku rêaktorên wê, mînakî, li stansîya atomî ya Çernobîlê, û paşerojê, wekî her wiha erdheja Spîtakê jî nîşan da ku di destpêka salên 70 î de li Ermenîstanê gelek tişt hatine kirin.

Danûstandinên ji bo tevlêbûna peymana 123 a ya ajansa ênerjiya atomê ya Dewletên Yekbûyî bi gelemperî bi salan dirêj dibin. Sala borî, wezîrê der Êntonî Blinken got ku danûstandinên navokî yên salekê bi fîlîpînan re zûtirîn di dîroka Amerîkî de bûn. Hîn ne diyar e ku danûstandinên li ser mijara Ermenîstanê dê heta kengî bidomin.

Pisporê netewî yê Neteweyên Yekbûyî di warê ênêrjiyê de dibêje, stansîya atomî bingeha ewlekariya ênêrjiyê ya Ermenistanê ye û heger hûn biryareke şaş bidin, hûnê welat têxin ber xetera windakirina ewlekariya ênêrjiyê.

“Ez difikirim ku ne hewce ye ku raste-rast li vir bê gotin, civak dikare destpêka salên 90 î bi bîr bîne û wê rewşê bi 10 an zêde bike”.

Yêrêvanê û Waşîngtonê beriya niha di sala 2022 a de li ser hevkariya navokî ya sîvîl memorandumek îmze kiribûn. Li gorî çavkaniyek li ser malpera wezîreta der, ew “çarçoveyek ji bo hevkariyê” destnîşan dike, lê hinardekirina têknolojiya  atomî ronî nake, wek peymana beşa 123 a.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button