H’emû nûçeSereke
Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bi xwe û ne jî bi alîyên sêem sîlihên kuştinê nedane Yêrêvanê: baylozxana amêrîkîye li Bekûyê

Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî bi xwe û ne jî bi destê alîyên sêem sîlihên kuştinê nedane Yêrêvanê.Derheqa wê yekêda ji baylozxana amêrîkîye li Adirbêcanê elam kirine.
Ji wekîleta amêrîkîye dîplomatî elam kirine,wekî qewînbûna li herêmê û destanîna aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda bona Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pirseke girînge. Çapemenîya azêrîya pêşda ragîhandibû,wekî giva welatên Rojavayê, nava wanda usa jî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, bi destî welatên sêem sîlihên kuştinê didine Ermenîstanê.Hatîye dîyarkirinê,wekî sîlihên fransî, almanî û amêrîkî bi rîya Îranê gîhandine Ermenîstanê.







