Rageşîya zêde ya di navbera Ermenîstanê û Rûsyayê de dînamîkên ewlekarîya herêmê aloz dike: S & P Global Ratings

Zêdebûna rageşîya di navbera Ermenîstanê û Rûsîyayê de dînamîkên ewlekarîya herêmê aloz dike, “bi serî de ji ber nerazîbûna Rûsîyayê ya ku sala 2023 a de destwerdana nakokîya Qerebaxê bike”. Ev yek di rapora sazîya dengdanê ya navneteweyî S&P Global Ratings de tê gotin.
“Li hemberî bêçalaktîya Rûsîyayê, Ermenîstan stratêjîya xwe ya ewlehîyê ji nû ve diguherîne. Ev jî ragîhandina nîyeta bidawîkirina endamtîya pêxistina Peymana Ewlekarîya Kolêktîv ya bi serkêşîya Rûsîyayê û aktîvkirina peywendîyên nêzîk bi welatên rojava re ye. Di raporê de hatîye gotin ku Ermenîstanê bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîre jî tetbîqatên leşkerî yên hevpar pêk anîn û ev yek nîşaneya guhertineke stratêjîk ya ber bi xurtkirina hevalbendên xwe yên navneteweyî ye”.
Li gorî S&P, ev geşedan dibe sedema zêdekirina asta nezelalîya jêopolîtîk li Ermenîstanê, li ber çavan ve girêdayîbûna girîng ya aborî û ênêrjîyê ya welêt bi Rûsyayê re. “Sala 2023 a de ji 40 selefê îxracata Ermenîstanê ji Rûsîyayê re, 31,5 selefê îthalata wê jî çûye Rûsîyayê. Wekî din, hema 70 selef ji şandina ji Rûsyayê hatine, ku ev yek têkilîyên darayî yên berfireh yên di navbera her du welatan de destnîşan dike. Ev girêdayîbûna di sêktora ênêrjîyê de jî dîyar dibe. Rûsîya ji 90 selefê gaza xwezayî ya Ermenîstanê bi rêya borîyan dabîn dike, ku di sala 2022 an de 60 selefê hewcedarîya wî welatî bi ênêrjîyê pêk dihat. Ev girêdayîbûna bi Rûsîyayê ya ji bo çavkanîyên krîtîk yên aborî û ênêrjîyê xiravbûna potênsîyala ku Ermenîstan di guherîna dînamîkên jêopolîtîk de rû bi rû ye radixe ber çavan”.
Vekolerên S&P jî bawer dikin ku xetereyên ewlekarî yên di navbera Yêrêvanê û Bekûyê de dê di paşerojeke nêzîk de bidomin, “bi taybetî ji ber ku karbidestên Adirbêcanê gelek caran beşek ji axa Ermenîstanê wek “Adirbêcana Rojavayê” bi nav kirine.







