Byûroya fêdêral, ya lêkolîna ya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê beşdarî perwerda xebatkarên polîsîyayê bibe

Cîgira wezîrê Ermenîstanêyî karên hundur Arpînê Sargsyanê dêlêgasîya bi serokatîya wekîlê byûroya Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya lêkolînên fêdêrale li Gurcistanê Alêksandr Tîgûy qebûl kirîye.
Wextê hevdîtinê, modêrnîzasîya cêribandina îdara amêrîkî hatîye gotûbêjkirinê û derheqa xebata byûroyêda xeberdan çûye.
Cîgira wezîr derheqa amadekirina xebatkarên polîsîyayêda daye dîyarkirinê. Nava wê pêvajoyêda derheqa pevguhartina cêribandinêda û pêwîstîya pêkanîna amadekirinêda hatîye gotinê.
Nava encamê amadekirinêda mecala xebatkarên polîsîyayê wê hebe zanebûnên xwe bidine pêşxistinê, yên bona şerkarîya dijî xirabkarîyê, mîgrasîya neqanûnî û alîyên mayîn.
Alêksandr Tîgûy bona qebûlkirina germ spasîya xwe elam kirîye û hevkarîya tevî wezîreta karên hundur bilind qîmet kirîye, pêra jî daye dîyarkirinê,wekî hevkarîya tevî wezîreta karên hundur nava perwerdêda bidine mîyaserkirinê.
Xêncî wan pirsa, usa jî pirsên başqe hatine gotûbêjkirinê.
Pevketin hatîye destanînê ku rojeva hevkarîyê bidine berfirehkirinê.







