H’emû nûçeSereke
Dîplomatên Ermenîstanê bi serokatîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der pirsên derheqa hevkarîya tevî welatên herêmê û yên navneteweyî gotûbêj kirine

Li Dîlîcanê gotûbêjkirinên xebatê, yên serokên wekîletên dîplomatî, tevî teşkîla wezîreta Ermenîstanêye karên der bi serokatîya wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan berdewam kirine.
“Armênprêss” ê ragîhandîye wekî wextê gotûbêjkirina fikir dora berfirehkirina hevkarîya tevî welatên herêmêye cuda-cuda û sîstêmên navneteweyî, pêrspêktîvên berfireh pevguhartine.
Li gorî kanîya înformasîyon, usa jî pirsên zêdekirina kadiroyên wekîletên dîplomatî û pirsên byûcêya wezîretê hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan usa jî derheqa têmayên girêdayî dîplomatîya civakîra çûye.







