H’emû nûçeSereke
Îran soz dide wekî ewê kirîn-frotana Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi destî Ermenîstanê bide zêdekirinê

Cîgirê serokê organîzeya zona aza, ya bi nave “Araz” gotîye,wekî berfirehbûna hevkarîya di navbera îdarên îranî û ermenîda wê zêdebûna kirîn-frotana welatên endamên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bide zêdekirinê. Derheqa wê yekêda ajansa IRNA ê elam kirîye.
Bi gotina Elî Navîdî eşyayên cûre-cûre dikevine nava vê govekê: dar, goveka avtomobîla, eşîyayên çêkirinê, hesin, kosmêtîka, xurek, kinc, neft, gaz û qinyatên kîmîyayî.
Ewî gotîye,wekî Ermenîstan dikare ji pêşnîyarên zona aza eşyayên pêwîst bistîne.
Navîdî gotîye wekî kirîn-frotana di navbera Îranê û Ermenîstanêda gihîştîye 600 mîlyon dolarî û daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan dikare eşîya ji Hindistanê û Çînistanê jî bi sînorê Nordûzê bîne.







