Pakêta 10 emîn ya pêşnûmeya peymana aştîyê derbazî Adirbêcanê bû: Vahan Kostanyan di konfêransa “GLOBSEC”ê de beşdarî panela ku ji bo Ermenîstanê hatibû veqetandin bûye

1 ê îlonê cîgirê wezîrê karên der yê Ermenîstanê Vahan Kostanyan beşdarî konfêransa “Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê” bû ku di çarçoveya konfêransa “GLOBSEC”ê de li Prahayê hat lidarxistin.
Alîkarê wezîrê karên der yê Komara Ermenîstanê di axavtina xwe de amaje bi sîyaseta derve ya Ermenîstanê kir û bal kişand ser giringîya pirrengiyê ji bo parastina serwêrîya Komara Ermenîstanê, sînorên navneteweyî û dêmokrasîyê.
Vahan Kostanyan di çarçoveya hevkarîya bi Yekîtîya Avropayê re bal kişand ser dîyaloga sîyasî ya aktîv û bingehên zexm yên hevkarîyê yên ku di navbera Ermenîstanê û welatên endamên Yekîtîya Avropayê de hatine avakirin û bal kişand ser hebûna pêrspêktîvên girîng yên ji bo kûrkirina hevkarîyê hem di formata dualî hem jî di platforma Yekîtîya Avropayê de.
Cîgirê wezîrê karên der kêfxweşîya xwe ji dînamîkên niha yên peywendiyên Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê nîşan da û her wiha bal kişand li ser kûrkirina hevkarîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û pêkanîna rojeveke nû ya hevkarîyê bi armanca bihêzkirina hêza berxwedêriya Ermenîstanê û pêkanîna rêformên dêmokratîk.Li ser girîngîya Peymana Hevkarîya Berfireh ya Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û di çarçoveya çareserkirina pirsgirêkên civakî-aborî de bicihanîna wê hate destnîşankirin.
Her wiha behsa geşedanên herêmê jî hate kirin.
Alîkarê wezîr rola mîsîyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayê li Ermenîstanê di dabînkirina ewlehî û îstiqrara herêmê de bilind nirxand.
Vahan Kostanyan amaje bi pêvajoya çareser kirina peywendîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê kir û dîyar kir ku Ermenîstanê pakêta 10 emîn ya peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de radestî alîyê Adirbêcanê kir. Alîkarê wezîr amadebûna Ermenîstanê ji bo pêkanîna aşîtîyê li Başûrê Kafkasîyayê û herêmê dupat kir.
Alîkarê wezîrê karên der yê Komara Ermenîstanê bernameya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê hukumeta Komara Ermenîstanê ve hatîye amadekirin raber kir û tê de amadebûna Ermenîstanê ji bo vekirina kanalên navçeyî li ser esasê prînsîpên serwêrî, dadwerî û wekhevîyê dupat kir.







