Paşînyan biryara Ermenîstanê ya ji bo qerimandina beşdarbûna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv di vê qonaxê de bes dibîne

Ermenîstanê di hemû astan de beşdarbûna Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîv qerimandina di vê qonaxê de ev biryar bes e.
Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di civîna çapemenîyê de li ser pirsa der barê îhtîmala derketina ji Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve de ev tişt got.
“Komara Ermenîstanê di hemû astan de beşdarbûna xwe ya Organîzeya Peymana Bêqezîyabûna Kolêktîve qerimandîye. Em wê biryarê di vê qonaxê de bes dibînin. Dibe ku mûnaqeşe hebe, yek bêje bes e. Lê divê em lê binêrin ka kî xwedîyê kîjan rayeya nirxandinê ye”.
Serokwezîr tekez kir ku ew rêzê li hemû nêrînan digire, lê hukumetê biryara xwe daye. Di vê kêlîyê de Ermenîstanê pêwîstî bi biryareke din nabîne, lê ev nayê wê maneyê ku di kêlîya pêş de pêwîstî bi biryareke din nabîne.







