H’emû nûçeSereke

Rêjeya kêm ya di hilbijartinan de nîşana xemsarîyê û bêtehamûlîya li hember rêjîma  Elîyêv e: pispor

Di hilbijartinên awarte yên parlamêntoya Adirbêcanê de, wek ku hatibû pêşbînîkirin, piranîya dengan ji alîyê partîya deshilatdar “Yênî Adirbêcan” ve hatin komkirin, opozîsîyona rasteqîn di parlamêntoyê de cîhê xwe nemaye û serokê mezintirîn hêza opozîsîyonê ku hilbijartin boykot kirîye,  bang li civaka navdewletî dike ku encaman qebûl neke, ji ber ku ew bi gelek binpêkirinên mezin hatine kirin. Parlamêntoya Adirbêcanê ji 125 parlamêntaran pêk tê ku bi piranîya sîstêma hilbijartinê têne hilbijartin. Tu bendeke beşdarbûna dengdêran nîne, ji ber vê yekê dê hilbijartin di hemû rewşan de temambûyî bê dîtin.

Azêrîzan Garnîk Davtyan di wê bawerîyê de ye ku ji ber rewşa jêopolîtîk, civaka navdewletî wê çavên xwe ji binpêkirinên hilbijartinan re bigire ku di dema hilbijartinên awarte yên parlamêntoya Adirbêcanê de ji alîyê opozîsîyonê ve hatine tomarkirin. Rastî ev e ku di dema ku komîsyona hilbijartinê ya navendî  ya Adirbêcanê ragîhand ku partiya Îlham Elîyêv “Yeni Adirbêcanê” dê li gorî hejmartina destpêkê ya dengan 68 kursî ji 125 kursiyên parlamentoyê bi dest bixe, mezintirîn partiya opozîsyonê, “Eniya gel ya Adirbêcanê” ku boykot kir, hilbijartinan gelek sextekariyên hilbijartinan radigihîne û bang li civaka navdewletî dike ku encamên hilbijartinan nas neke.

Azêrîzan Garnik Davtyan: “Heya niha, bi berçavgirtina rewşa jeopolîtîk û her wiha aloziyê, tu rêxistineke navdewletî ya cidî guh nade banga opozîsyona Adirbêcanê, nemaze ku siyaseta derve ya Elîyêv li Kafkasyayê piştî şerê sala 2020 î bi serkeftinê tacîdar e, di berjewendiya Adirbêcanê de ye”.

Li ser torên civakî vîdeo tên belavkirin, ku tê de tê dîtin ku li yek ji navendên dengdanê şer û pevçûn heye, atmosfereke aloz heye. Di vîdyoyê de tê dîtin ku çawa wekîl bi têlefonê li rûyê dengdêr dixe.

Serokê “Eniya gel ya Adirbêcanê” Elî Kerîmlî ragihand ku Elîyêv li Adirbêcanê saziya hilbijartinê bi temamî hilweşandiye.

Ew dibêje: “Bi rastî, li welat tenê dengderek heye û tenê kesên ku razîbûna Elîyêv wergirtine, dikarin bibin “hilbijartin”. Beşek ji opozisyonê ji ber ku encamên hilbijartinan dizanin beşdariya hilbijartinan red kirin. Pisporê navneteweyî Davît Karapetyan di wê baweriyê de ye ku civaka navneteweyî wê guh nede bang û daxwazên muxalefetê.

“Civaka navdewletî wê dev ji wan şîretan berde, û ez wisa difikirim ku di pir rewşan de ew dê encamên hilbijartinan bi çavên girtî qebûl bike, ji ber ku têgihîştinek heye ku tu rewşek pirsgirêk bi desthilatdarên heyî re tune ye, ku ji hêla navneteweyî ve girêdayî ye. Civat yan jî serokê her welatekî wê hewl bide ku nerazîbûnê nîşan bide, tevî ku ew bizane ku binpêkirinên hilbijartinê çêbûne”.

Pispor tekez dike ku endamên opozisyona rastîn li Adirbêcanê ev demeke dirêj e hatine girtin û kesên bi navê opozisyonê beşdarî hilbijartinan bûne, opozisyonên kîskî ne û îradeya Elîyêv pêk tînin. Pispor piştrast in ku ji 125 erkên mayî 57 erkên mayî wê bidin namzetên ku piştgiriyê didin hikûmetê.

Partiya mûxalefetê “Musafat” piştî 15 salan cara yekem beşdarî hilbijartinan bû û li gorî zanyariyên destpêkê nûnertiya wê di parlamentoyê de nîne. Serokê wê partiyê Arif Hacîlî beriya niha jî ragihandibû, ku baweriya wî bi dadperweriya hilbijartinan nîne, ji ber ku ew hilbijartin di şert û mercên demokratîk de nehatine kirin û gelek binpêkirin hatine tomarkirin.

Rêjeya kêm ya dengdêran hêjayî baldariyek taybetî ye. Pisporê Adirbêcanê Garnik Davtyan dibêje, ji 6.5 milyon hilbijêrên welatê 10 milyonî nêzîkî 2 milyon dengderan, ango ji  37 selefê dengderan beşdarî dengdanê bûne, ku ev yek behsa xemsariya xelkê li hember hilbijartinan dike.

“Bendewariya ku li Adirbêcanê şerekî wekhev hebe, yan jî şerekî nêzîkî wekheviyê çêbibe, çîrokek e. Ji 37 selef pir kêm e, hema hema bi rêjeya beşdarbûna di hilbijartinên rêveberiyên herêmî de ye, ev jî nîşan dide ku baweriya gel tune ku bi dengê xwe bandorê li rojeva siyasî bike”.

Li gorî Davît Karapetyan kêmbûna beşdarbûna gel ya hilbijartinê jixwe texmînek e. “Ez beşdarnebûyîna gel weke bêtehamuliya gel dibînim. Heger welatî vîna xwe dernekeve ev jî helwestek e. Eger beşdar nebe, ev tê wê maneyê ku ji bo wî paşxaneyek rezîl an jî apatî ye”.

Hilbijartinên parlemanî li Adirbêcanê bêyî çavdêrên Hevalbendîya Welatên Serbest  û di şert û mercên çewisandinên bê hempa yên rexnegirên çapemenî û hikûmetê yên li welêt pêk hatin.

Parlamenterê Avroparlamêntê Frank Şvabê di hevpeyvînekê de ligel Meydan.TV ya Adirbêcanê got ku serokatiya Adirbêcanê dema ku şanda xwe ya çavdêriyê venexwîne hilbijartinan, desthilata Konseya Avropayê têk dide. Li gorî wî, Adirbêcan bi salan hewl da ku tenê çavdêr û rojnamevanên dilsoz vexwîne hilbijartinan.

BBC jî bi bîr dixe ku berî du salan, vekoleran hişyarî dabûn ku eger Avropa li Adirbêcanê alternatîfek ji gaza Rûsyayê re nebîne, dibe ku ji bo zextên nû azadiyê bide rayedarên wî welatî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button