H’emû nûçeSereke

Ermenîstan kar dike ku seferên raste-rast berbi Dewletên Amêrkayêye Yekbûyî  û Hindistanê  hebin: Ginêl Sanosyan

Ermenîstan kar dike ku seferên raste-rast berbi Dewletên Amêrkayêye Yekbûyî  û Hindistanê  hebin. Derbarê wê yekêda wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê Ginêl Sanosyan li balafirgeha “Zvartnos” ê bi rojnamevananra axivîye.

Ew li firokexaneyê bû ku beşdarî merasîma pêşwazîya yekem ya rêya Ûrûmçî-Yêrêvan-Ûrûmçî bibe.

“Em armanc dikin ku di sêktora hewavanîyêda di gelek waranda rêgezên nû hebin, em bi berdewamî erdnîgarîyê berbi Ermenîstanê û deverên din yên ji Ermenîstanê berfireh bikin, di encamê de eleqeya li ser welatê me zêde bibe. Emê nesekinin, ji ber ku çend rêgezên nû hene ku li ser wan xebateke domdar tê kirinê. Di demeke nêzda wê geştên me yên nû yên bi vî rengî berbi bajar û welatên mezin yên cîhanêva bigerin”,- Ginêl Sanosyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button