Jîyana koçberên Şengalê yên li kampan ku li benda asayîbûna rewşa bajarê xwe û vegera wan bo malên xwe ne, gihîştîye asteke wisa ku îdî hêvîya wan ya vegerê nemaye, ji ber vê yekê, ew mayîna li kampan, ji vegera bo bajarekî wêrankirî ku bûye leşkergeh, ewletir dibînin.
Koçberê Şengalî Şakir Heyalî ji K24 ê re gotîye: “Jîyana koçberan li kamp û bajaran di zehmetîyê de ye. Ji alîyekî din ve, beşek ji keç û jinên Şengalê di bin destê DAIŞ ê de mane, eger tîmeke taybet ava bibûya, dikarîbû beşek ji wan keçên êzidî ji destê DAIŞ ê rizgar bibûna. Koçberên di kampan de zêde guh bi wan nayê dayîn, divê hukumeta Îraqê zêdetir û baştir xema koçberên Şengalê bixwe”.
Jîyan û çarenivîsa koçberan, bûye mijareke germ ya konfêranseke hevbeş ya hukumeta Herêma Kurdistanê, wezîreta koç û koçberan ya Îraqê û şandeke rêxistina navdewletî ya koçberan (IOM) li Îraq û Kurdistanê. Di gotûbêjan de bal hat kişandin ser dayîna alîkarîyên zêdetir û şayeste ji bo koçberan.
Rêvebirê Şaxa IOM ê ya Îraq û Herêma Kurdistanê Gêorgê Gîkaûrî gotîye: “Em bêguman dixebitin ku aramî li herêmê vegere û koçber vegerin malên xwe. Ji ber ku pêwîstîya wan bi aramî û xizmetgûzarîyên baştir heye, heta niha hukumeta Herêma Kurdistanê bi sîngeke berfireh û helwesteke mirovî alîkarîya wan dike”.
Rêveberê zanyarî û pêwendîyan yê navenda hevbeş ya krîzê ya wezîreta navxwe jî Elî Seîd gotîye, kampên koçberan bi awayekî rasthatinî nayên girtin, kamp dê berdewam bin. Ev jî bû sedema betalkirina biryara wezîreta koç û koçberan ya Îraqê ya girtina kampan di 30 ê tîrmehê de.