H’emû nûçeSereke

Yekîtîya Avropayê di hilbijartinên awarte yên parlamêntoya Adirbêcanêda derbarê binpêkirinên cidîda ragîhandîye

Yekîtîya Avropayê daxuyanîyek belav kir û tê de tekezî li ser rastîyên têkildarî binpêkirinên giran yên hilbijartinên awarte yên parlamêntoya Adirbêcanê kir.

“1 ê îlonê  li Komara Adirbêcanê hilbijartinên parlamêntoya awarte hatin kirin. Li gorî şandeya çavdêrîya hilbijartinê ya OSCE/ODIHR, hilbijartinên Adirbêcanê di rewşeke sîyasî û yasayî ya tundda derbaz bûn, ku derfetê ji bo mîsogerkirina pirdengîya rastîn neda û bû sedema kêmbûna reqabetê.

Tê zanîn ku her çend proseya dengdanê bi rêk û pêk bû û bi giştî bikêrhatî bû, lê nerêkûpêk û kêmasîyên cidî hatin tomarkirin, bi taybetî di dema jimartina denganda, ku pirs li ser saxlemiya proseyê kir.

Di heman demêda şandeya OSCE/ODIHR dîyar kir ku hilbijartin di bin şert û mercên zextên li ser mûxalîfanda hatine kirin.

Yekîtîya Avropayê bang li rayedarên Adirbêcanê dike ku pêşnîyarên OSCE/ODIHR yên derbarê van û hilbijartinên berêda li ber çevan bigirin û bi cîh bînin. Yekîtîya Avropayê amadeye ku piştgirîyê bide vê pêvajoyê”.

Pêştir jî partîyên dijbereya “Encûmena netewî ya hêzên dêmokrat” û “Mûsafat” ya Adirbêcanê tekezî li ser nedestûrîbûna wê proseyê kiribûn û bang kiribûn ku hilbijartinên parlamêntê yên Adirbêcanê nederbasdar bên naskirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button