Amedebûna mîsyona çavdêriya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê mijareke ku di navbera Ermenistan û Yekîtîya Avropayê de tê nîqaşkirin :Xandanyan

Amedebûna mîsyona çavdêriya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê mijareke ku di navbera Ermenistan û Yekîtîya Avropayê de tê nîqaşkirin . Serokê komîteya daîmî ya têkiliyên der ya Ermenîstanê Sargis Xandanyan di brîfînga li miclîsê de, bersiv da çavdêriya aliyê Aadirbêcanê ku divê di çarçoveya pêvajoya îmzekirina peymana aştiyê de çavdêrên Avropayê ji Ermenistanê derkevin.
“Çavdêrên Yekîtîya Avropayê li ser axa Ermenîstanê bi cîh bûne û çavdêrîya alîyê Ermenîstanê yê sînor dikin, lema divê Ermenîstan û Yekîtîya Avropaye biryarê bidin ka çavdêrên Yekîtîya Avropayê heta kengê û bi kîjan pêrsonalê amade bin.
Dema ku peymana aşîtîyê hat îmzekirin, dema ku pêvajoya sînoran bi dawî bû û aşîtîya herêmê pêk hat, dibe ku mentîqî be ku îdî çavdêrî ne hewce be.Lê niha pirseke wiha nayê nîqaşkirin”,-ewî gotîye.







