H’emû nûçeSereke

Tê payîn ku di balafirên bi motorên êlêktrîkê we geşbûnek çê bibe: serokwezîr vîdyoyek ji balafirgeha Cêrmûkê belav kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan ku bi serdana xebatê  li Vayos Zorê ye, piştî ku li balafirgeha Cêrmûkê daket, li ser xebata balafirên bi êlêktrîkê axivî û dîyar kir ku tê payîn ku li Ermenîstanê geşbûna van balafiran çê bibe.

Li gorî serokwezîr, ew dikarin ji bo veguhestina navherêmî bên bikar anîn.

“Eger ne niha be, wê çend sal şûnda hilberîna wan ya rêzêfîlmê dest pê bike. Ji bo rabûn û daketina van balafiran 10-12 mêtr lazim e. Pêdivî ye ku em rêwîyên kurt ava bikin”,-ewî gotîye.

Hat gotin ku ji bo vê yekê helîkoptêr jî hene, lê biha ye.

Paşê, Paşînyan xwe rast kir ku firokeyên êlêktrîkê ji bo rabûnê 50 mêtr û ji bo daketinê jî 30 mêtr hewce ne.

“Divê em di demek zû de bi vê pargîdanîyê re têkilî daynin, bêjin ku em bi hilbera we re eleqedar in. Di destpêkê de, bê guman, ew ê biha be. Balafirgeha me ya Sîsîyanê, balafirgeha Cêrmûkê, Gavarê, Stêpanavanê hene. Ev tê wê wateyê ku em dikarin 4 cîha rîya firînê çêkin”.

Wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê  Ginêl Sanosyan jî anî ziman ku ICAO ê ji hemû şîrketên hewayî re gotîye divê sala 2027 a de ji bo vê sêktorê amade bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button