Parlamêntvan daye zelalkirinê ku nava kîjan pirsada tevî Rûsîyayê qayîlnebûn hene

Alîyê ermenî tabîya hindava Rûsîyayê neguhartîye, lê hene pirs derheqa kîjanada Ermenîstanê tabîya xweye sert elam kirîye. Lê hene pirs jî nava kîjanada pêwandî yên hevkarîyêne.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda serokê komîsîya parlamênta Ermenîstanêye pêwandîyên der Sargîs Xandanyan gotîye.
“Belê, alîyê ermenî tabîya hindava Rûsîyayê neguhartîye, lê hene pirs derheqa kîjanada Ermenîstanê tabîya xweye sert elam kirîye. Ez nafikirim, wekî tiştên usa qewimîne ku rûyê wê yekêda tabî hatîye guhartinê.Hene pirs, nava kîjanada Ermenîstan gerekê pirsa bide Rûsîyayê. Dora wan pirsa şirovekirin hebûne û wê hebin”,-Xandanyan gotîye.
Ewî daye dîyarkirinê,wekî pêwandîyên tevî Rûsîyayê yekalî nînin û dora pirsên cuda-cuda gotûbêjkirin hene û wê hebin.







