Elametîya Êrdogane derheqa beşdarbûna Tirkîyayêda, ya nava şerê dijî Qerebaxê, beşera Bekûyê xirab kirîye : Nordic Monitor
Nenihêrî gotinên Bekûyêye fermî, serokê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan dîsa dibêje wekî Tirkîya sala 2020 î beşdarî şerê Qerebaxêyî duemîn bûye û nava wî şerîda Adirbêcan serketîye.Derheqa wê yekêda malpera Nordic Monitor ê nivîsîye.
“Gotinên Êrdogan qalme-qalmeke mezin bilind kirine û gilî derheqa wê yekêdane,wekî pêşda Bekûyê cêribandîye bide kifşê ku ew tenê beşdarî şêr bûye.Nenihêrî wê yekê,wekî piştgirîya Tirkîyayê hemûyara eyane, gotinên Enqerê di navbera herdu tifadarada sertbûn pêşda anîye”,-malperê nivîsîye.
Malperê daye dîyarkirinê,wekî 31 ê tebaxê jî li akadêmîya Tirkyayêye avîyasîya leşkerî, Êrdogan careke mayîn derheqa şerê Qerebaxêda xeberdaye û gotîye: “Li Qerebaxa Adirbêcanê me tevî birayên xweye azêrî hêzên dijmin hincirandîye”.
1 ê tebaxê, malpera rojnamê nivîsîbû: “Cimeta me, artêş û fermandarîya me bi acizî dîna xwe didine wan cêribandina, bi kîjana serkeftina me dikine ser navê xwe, lê bi rastî serkeftin ya meye. Serkeftina Adirbêcanê ya dinîya tirkîye, lê Tirkîya arxîtêktora wê nîne”.
Nava gotarêda elametîyên Tirkîyayêye van dawîya hatine rexnekirinê û Enqere nava wê yekêda gunehkar kirine ku bûyarên şerê 44 roje tevlîhev kirine.Çapemenîya Adirbêcanê eşaretî daye,wekî elametîyên wî cûreyî Ermenîstanêra dest didin.
“Kal-bavên me em hîn kirine,wekî destê çepê gerekê nizanibe ku destê rastê çi dike û birayên hev gerekê wextê piştgirîya hevdu pesinê xwe nedin. Heger em hesabkin,wekî Tirkîyayê ew hemû tişt kirîye, bona çi Ermenîstan, ermenîyên temamîya dinîyayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîya û dewletên mayîn gerekê wan înformasîya bona xwe bidine xebatê”,- malpera Nordic Monitor ê xeberên çapemenîya azêrîya anîye ber çeva.