Hukumatê qeyde-qanûnên şuxulkarîya komîsîyayên dîyarkirina sînora, yên Ermenîstanê û Adirbêcanê îzbat kir: dokûmêntê wê bişînine mehkema konstîtûsîyon
Hukumata Ermenîstanê begemîya xwe daye qanûndarîya komîsîyayên dîyarkirina sînora, yên di navbera Ermenîstîanê û Adirbêcanêda.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, hukumatê 5 ê îlonê wextê civîna xwe ew yek gotûbêj kirîye.
Li gorî wê biryarê, ew dokûmênt wê paşê li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayêyei parlamênta Ermenîstanê bê raberkirinê.
Li mehkema konstîtûsîyon ji alîyê hukumatêda cîgirê serokwezîr Mihêr Grîgoryanê amadebe. 2 ê îlonê, hukumata Ermenîstanê qeyde-qanûnê şuxulkarîya komîsîyayên dîyarkirina sînora, yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda hatibû belavkirinê, van rojên dawî ji alîyê Ermenîstanê û Adirbêcanêda ew hatibû îmzekirinê. Dokûmêntêda hatîye gotinê,wekî komîsîyayên herdu alîya wê li ser bingeha dêklarasîya Alma Atayêye sala 1991 ê şuxulkarîyê mîyaserke.