H’emû nûçeSereke
Karbidestên niha û yên berê yên welatên cuda ji bo beşdarî dîyaloga Yêrêvanê bibin wê bên Ermenîstanê

9-11 îlonê foruma dîplomatîke yekemîn ya mezin, Diyaloga Yêrêvanê, li Yerevanê wê pêk bê. Li gor daxuyaniya sêkrêtarê giştî yê wezîreta karên der ya Ermenîstanê Davît Karapetyan, wê mijarên jeopolîtîk, aborî, dijîtal gotûbêj bikin.
Li gorî rojevê, di forumê de wê berpirsên niha û yên berê û dîplomatên welatên başqe-başqe beşdar bibin, ku di nav wandanin wezîrê Macarîstanêyî karen der û bazirganîyê, cîgirê wezîrê Gurcistanêyî karên derî yekem, cîgirê serokwezîrê Luksemburgê, serokkomarê berê yê Lîtvayê, alîkarê wezîrê Îraneyî karên der û her wiha serokên navendên ramanê.







