H’emû nûçeSereke
Li civîna BRICS ê de, Ermenîstan wê di asta Nîkol Paşînyan danûstandinan bike
Li gorî nûçeya News.am ê, Ermenîstan wê di asta serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî civîna BRICS ê bibe.
Alîkarê wezîrê karên der Mnasakan Safaryan di axaftina xwe ya bi rojnamevanan re ragîhandibû ku Ermenîstan wê hem li civîna BRICS ê û hem jî li civîna Hevalbendîya Welatên Serbest ya nefermî de beşdar bibe.
Bîr bînin ku civîna salane ya BRICS wê di navbera 22-24 cotmehê li Kazanê bê lidarxistin.
Civîna nefermî ya welatên Hevalbendîya Welatên Serbest tê plankirin ku merasîma ku ji bo rêzgirtina 80 emîn ya salvegera serkeftinê li Moskvayê bê lidarxistin.