SerekeSîyasî

PDK û UNAMI danûstandinan li ser pirsa hilbijartinên parlamana Kurdistanê dikin

Şandeke UNAMI yê serdana pişka hilbijartinan ya PDK ê dike û di çarçoveya civîna navbera wan de birêveçûna hilbijartinan bi awayekî paqij û zelal û di rewşeke hêmin û aram û dûrî her arêşeyekê de tekez dike.

Berpirsê pişka hilbijartinan  ya partîya dêmokrata Kurdistanê (PDK) Cehfer Êmînkî pêşwazîya şandeke UNAMI yê bi serokatiya serokê tîma alîkar ya hilbijartinan ya UNAMI yê Emîr Areyn kir.

Di wê civînê de behsa dawî amadekarîyên komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê ji bo birêveçûna hilbijartinên parlamana Kurdistanê kir, ku biryar e li roja 20 ê cotmeha îsal bên kirin.

Her du alîyan birêveçûna hilbijartinan bi awayekî paqij û zelal û di rewşeke hêmin û aram û dûrî her arêşeyekê de tekez kir.

Tewerekî din yê wê civînê ew bû ku pêdivî ye part û alîyên sîyasî peymannameya bingehên rêftarê îmza bikin, ji bo ku piroseya hilbijartinan dûrî tundûtîjîyê be û di rewşeke hêmin û aram de bi rê ve biçe.

Her du alîyan pê baş bû ku li van nêzîkan ew belgenameyên girîng bên îmzakirin, ji bo ku dema bangeşeya hilbijartinan baştir bi rê ve biçe.

Cehfer Êmînkî rolê UNAMI yê di alîkarîkirina Îraq û Herêma Kurdistanê de girîng dît û spasîya alîkarîyên UNAMI yê ji bo komîsyona bilind ya serbixwe ya hilbijartinan ya Îraqê kir, herwesa tekez kir ku pêdivî ye alîkarîyên UNAMI yê ji bo komîsyonê û dezgehên din berdewam bin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button