Serokê parlamênta Ermenîstanê sedemên biryara Ermenîstanê ya ji bo beşdarbûna civîna Hevalbendîya Welatên Serbet û foruma BRICS e eşkere kirîye

Ermenistan nikare formata Hevalbendîya Welatên Serbest red bike, ku belgeya wê ya sereke, daxuyaniya Alma Atayê, bingeha danûstandinên bi Adirbêcanê re ye.
Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, derheqa wê yekêda serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Simonyan , li ser mijara biryara Ermenîstanê ya ji bo beşdarbûna civîna bilind ya nefermî ya Hevalbendîya Welatên Serbes gotîye.
“Yek ji bingehên Welatên Hevalbendîya Serbest danezana Alma Atayê ye, ku Ermenistan îro di hemû aliyên xwe yên muzakereyê de pê re dixebite. Û em nikarin formateke ku belgeya wê ya bingehîn bingeha danûstandinên me yên sereke ye red bikin. Ji aliyê ewlehiyê ve jî pir girîng e”,- Sîmonyan gotîye.
Serokê parlamêntê amaje bi biryara beşdarbûna Ermenistanê di civîna dahatî ya BRICS ê de jî kir û gotîye, Ermenistanê di warê aborî de peywendiyên girîng bi hin welatên endamên wê pêkhateyê re hene. Li gorî Sîmonyan, divê Ermenistan xwe ji herêmê dûr neke. Serokê parlamêntê gotîye: “Di vê rewşê de, dema ku mueyîdeyên cûre-cûre têne kirin, ji hêla welat û hêzên superhêz ve li rêyên cûre-cûre digerin da ku herikîna aborî bi rengekî veguhezînin, divê Ermenistan li gorî berjewendîyên xwe beşdar bibe”.
Simonyan ne razî bû ku bi vî awayî rayedarên Ermenîstanê xwe ji çûyîna Yekîtîya Avropayê vedigirin.“Hukumet û gelê Ermenîstanê di heman fikirê de ne. Divê em ji yekîtiyek nekevin ya din. Pergala nirx û mantiqa me bi ti awayî neguheriye. Ew ê bibe rêgezek li gorî aborî, maf, pergala nirxê Ermenîstanê. Û ew rêber berdewam dike”,- ewî zêde kirîye.







