H’emû nûçeSereke

Adirbêcan pêşnîyara Ermenstanêye bona îmzekirina peymana aşîtîyêye bi hevra qayîlkirî înkar dike

Wezîreta Adirbêcanêye karên der dijî wê yekê elametî belav kirîye, ku peymana bi xalên hevraqayîlkirî bê îmzekirinê û gotûbêjkirinên dora pirsên hevraqayîlnekirî berdewamkin.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, berdevkê wezîreta Adirbêcanêye karên der Ayhan Hecîzadê gotîye,wekî ew pêşnîyar nikare ji alîyê wanda bê qebûlkirinê.

Ewî gotîye,wekî peymana aşîtîyê gerekê piştî hevraqayîlkirina hemû xalên wê dikare bê îmzekirinê.

Hecîzadê careke mayîn gunehkarkirinên Adirbêcanêye bêyî bingeh wekilandîye û gotîye,wekî Ermenîstan gerekê konstîtûsîya xwe biguhêre.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button