H’emû nûçeSereke

Alên Sîmonyan daxuyanîyên Adirbêcanê yên li ser sepandina qedexeyan li dijî artêşa Ermenîstanê pûç dibîne

Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, daxuyanîyên Adirbêcanê yên li ser sînordarkirina çekdarkirina hêzên çekdar yên Ermenîstanê pûç dibîne.
Li gorî agahîyên “Armênprêss” ê, Sîmonyan ev yek di civîneke çapemenîyê de gotîye, li ser daxuyanîya Adirbêcanê ya ku dibêje hêzên çekdar yên Ermenîstanê divê xwedî çekên sînordar bin.
“Ez tiştên pûç şîrove nakim. Ez difikirim ku meriv dikare bêdawî pêşnîyar bike. Adirbêcan xwe pir zêde çekdar dike û ez dixwazim fem bikim ku li dijî kê çekdar dike, ji ber ku di şerê li dijî Ermenîstanê de ewqas cebilxane ne hewce ye. Divê bê fêmkirin ku Adirbêcan bi kê re şer dike. Meseleya parastin û artêşa Ermenîstanê meseleya me ya navxweyî ye”,-Sîmonyan daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button