Di danezana 9 ê mijdarê de tu bend tune ye ku bi wê yekê xaka Ermenîstanê ji alîyê welatekî din ve bê kontrolkirin: Nîkol Paşînyan
Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paînyan ragîhand ku Ermenîstan amade ye di çarçoveya projeya “Xaçerêya aşîtîyê” ya ku ji alîyê wî ve hatîye amadekirin wê vekirina blokankirina peywendîyên herêmî pêk bîne, di nav de dabînkirina rêyên hesinî û ragîhandina otomobîlan di navbera beşa sereke ya Adirbcane û Nexîcêvan de di nav axa Ermenîstanê re derbaz dibe. Li gorî nûçeya “Armênprêss”ê, Paşînyan di axaftina xwe ya di konfêransa “Dîyaloga Yêrêvanê” de gotîye.
“Çi vê pêvajoyê disekinîne? Pirsgirêk ev e ku usa dixuye ku ne hemî hevkarên me meyla ne ku ji derfetên ku em raber dikin sûd werbigirin. Bi taybetî, pirsa ku projeya “Xaçerêya aşîtîyê” çiqasî bi mantîqa daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdara sala 2020 re têkildar e yan diguncîne, pir tê nîqaş kirin. Di van demên dawî de, nîqaşên di vî warî de zêde bûne, ku tê de hewl tê dayîn bê dîyarkirin ka daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdara sala 2020 î tê wê wateyê ku ewlehîya van ragîhandinan li axa Ermenîstanê ji hêla hêzên sêyemîn yan welatên sêyemîn ve bê dabîn kirin. Di cîh de ez bibêjim ku têgihîştina bi vî rengî tu eleqeya xwe bi rastîyê re nîne”.
Ji bo ku tiştên ku hatine gotin bêtir derbazdar bibin, serokwezîr ji xala nehemîn ya daxuyanîya sêalî ya 9 ê mijdara sala 2020 î ve got: “Komara Ermenîstanê ewlekarîya ragîhandina veguhestinê ya di navbera herêmên rojavayê Komara Adirbêcanê û Komara Xweser ya Naxîçêvanê de garantî dike, da ku di her du alîyan de tevgera welatîyan, bê astengî bê organîzekirin”.
“Wek ku hûn dibînin, di daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê de erka ewlehîyê û rola garantorê ewlehîyê ji bo vekirina peywendîyên herêmî yên di ser xaka Ermenîstanê re ji Ermenistanê re hatîye veqetandin. Ev metneke giştî ya vekirî ye û nabe wekî din be, ji ber ku ne mentiqî ye ku welatek din di nav axa welatekî serwêr de ewlehîyê peyda bike. Li ser daxuyanîya sê alî ya 9 ê mijdarê, hin hevkarên navneteweyî hewl didin tiştên ku di daxuyanyîa sê alî ya 9 ê mijdarê de nîne pêşkêş bikin.Û di wê daxuyanyîê de çi tune? Mesela, bi tu awayî nabe ku ti xaka Ermenîstanê ji alîyê welatekî din ve bê kontrolkirin. Di dêklerasîyona sê alî de hîç xaleke wiha tune. Tiştek ku tê wê wateyê ku daraza Ermenîstanê ya li ser xaka wê ya serdest bi her awayî di warê gumrik, fîtosanîterî û kontrolên din de bisînor tune ye. Dadgehek wiha bi tenê tune û nikaribe jî hebe. Hewl tê dayin ku daxuyaniya sê alî ya 9 ê mijdara sala 2020 î li ser dabînkirina peywendîya di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Naxîçêvanê de ye, di heman demê de xala têkildar wiha dest pê dike: “Hemû peywendîyên aborî û veguhestinê yên li herêmê hatine girtin”. Nîkol Paşînyan dîyar kir ku peywendîya di navbera beşa sereke ya Adirbêcanê û Nexîcêvanê de xala nehemîn ya naverokê ye û naveroka sereke ya wê xalê jî li ser rakirina hemû peywendîyên aborî û veguhestinê yên herêmê ye”.