H’emû nûçeSereke

Gelo fikira Paşînyan derheqa çidabû, dema ku ewî derheqa vekirina rîyada xeber dida û  derheqa ewlehkarîya şexsîda got

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan daye zelalkirinê ku wextê prêss-konfêransa van axirîya Nîkol Paşînyan çi dixwest bigota, dema ku ewî derheqa ewlehîya şexsîda, ya wextê vekirina rîya, got.

Wextê prêss-konfêransa tevî wezîrê Lyûksêmbûrgêyî karên der, wezîr gotîye: “Tiştê usa nayêne gotûbêjkirinê, bi kîjana bê gotinê,wekî sazkirina korîdorê û kontrolkirina wêye ji alîkî mayînda bê kirinê.Me îdî gotîye wekî amadebûna hêzên sêemîn tiştê qebûlkirinê nîne.Nava tabîya meda tu tişt nehatîye guhartinê”,- Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wî, gilî derheqa tiştekî mayîndane, bona ku li cem meriva dereca çareserkirina ewlehîyê bilindbe, ew cûre jî tê gotûbêjkirinê, wekî li herdu welata îdarên bi lîsênzîyayên xwe hebin, xebatkarên kîjana dikarin rêberîya bara, yan jî rêwîya bikin, dema ku rîya hesinî vekirîbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button