Helwestên neguherî û parastina berjewendîyên stratêjîk: helwesta Îranê di mijara “Korîdora Zengêzûrê” de
Civîna vê dawîyê ya Armên Grîgoryan sêkrêtarê civata wezîran û balyozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî dîsa tekezî li ser xurtkirina peywendîyên stratêjî yên di navbera her du welatan de hate kirin. Di vê hevdîtinê de bi taybetî neguherîna sînorên navneteweyî û piştevanîya Îranê di mijara yekparçeyîya axa welatên cînar de jî hat axaftin. Pispor destnîşan dikin ku helwêsta Îranê di vê mijarê de zelal û bê guhertin e, ku ev yek jî bûye sedema alozbûna navbera Têhranê û Moskvayê û îmzakirina belgenameya hevkarîya stratejîk ya Rûsîyayê-Îranê dixe gumanê.
Sêkrêtarê konsêya ewlehîyê ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan li hevdîtina bi Mehdî Sobhanî balyozê Îranê yê li Ermenîstanê re bal kişand ser piştgirîya Îranê ya ji bo parastina yekparçeyîya axa Ermenîstanê. Li gorî rapora fermî, Grîgoryan jî tekez kir.
“Sînorê Ermenîstanê û Îranê sînorê aşîtî, dostanî û jîyana hevbeş ya aştîyane ye. Ermenîstan giringîyeke taybet dide peywendîyên bi Komara Îslamî ya Îranê re û tu hêzek nikare pêwendîya axa Îranê û Ermenîstanê bişkîne”.
Sêkrêtarê konseya ewlekarîyê bal kişand ser wê yekê ku her rakirina dorpêça li ser axa Ermenîstanê wê di bin kontrola sazîyên navxweyî yên Ermenîstanê û serwêrîya wê ya neteweyî û axê de be. Ev helwêst bi temamî bi nêzîkatîya Îranê re ku alîyê Îranê jî îdîa dike, diguncîne.
Di van demên dawîn de, Îran helwesta xwe ya li ser neguherbarîya sînorên navneteweyî di astên cûre-cûre de zêdetir eşkere dike. Pispor destnîşan dikin ku helwesta Îranê di vê mijarê de hertim zelal bûye: Têhran ne tenê li dijî pirojeya bi navê “Korîdora Zengîzûrê” ye, belkî vê pirsê wek pirseke ewlekarî ya herêmê dibîne.
Herdu îranzanên îranî û ermenî destnîşan dikin ku ji bo Îranê fikra “Korîdora Zengêzûrê” ne tenê projeyeke aborî û veguheztinê ye, belkî ji bo ewlehîya neteweyî û bandora wê ya herêmî dijwarîyek e.
Îranzan Pûya Hosêynî: “Îranê di hemû platforman de hewl da hişyarîyê bide, li ser platformên xwe yên dîplomatîk hewldaneke mezin da, bi tetbîqatên leşkerî hewl da ku peyaman bide û hemû sênaryo li ser maseya Îranê ne. Û Îran ji hemû sênaryoyan re amade ye. Korîdoreke bi vî rengî ji bo Îranê nayê qebûlkirin û di bin tu şert û mercan de rê nade ku korîdoreke wiha çêbibe”.
Di vê derbarê de îro ji Îranê daxuyanîyeke din hate dayîn. Endamê komîtêya ewlehîya neteweyî ya Meclîsa Komara Îslamî ya Îranê Hesen Kaşkawî li gotûbêja digel ajansa Mêhrê bal kişand ser vê yekê ku her korîdorek ku li nav axa Syûnîkê çêbibe wê zirarê bide aramîya navçê û prînsîpa neguhertina sînoran.
“Pêwendîya raste-rast ya sînorî ya di navbera Ermenîstanê de xwedî dîrokeke çend hezar salî ye û divê hemû welat, tevî hukumeta Rûsîyayê, rêzê jê re bigirin. Divê em hemû girîngîyê bidin parastina yekparçeyîya axa welatan û naskirina sînorên navneteweyî. Li ser vê yekê helwesta welatekî wek Rûsîyayê ya di derbarê “Korîdora Zengîzûrê” de ji bo me gelek ecêbmaîye. Endamê komîtêya ewlehîya neteweyî ya Îranê her wiha gotîye: “Em hêvîdar in ku bi her awayî, Rûsîya, Adirbêcan, Tirkîya, Ermenîstan û hemû welatên din hewl bidin ku di çarçoveya rêzgirtina yekparçeyîya axa û serxwebûnê û naskirina sînorên navneteweyî de çalakîyên bi bandor pêk bînin”.
Nûnerê din yê civata wezîrên Îranê Fedahûsên Malêkî jî li gotûbêja bi ajansa Tasnim ê re li ser helwesta nakokbar ya Rûsîyayê di derbarê “Korîdora Zengezûrê” de, dilgiranîya xwe ji wê yekê anî ziman ku Rûsîyayê sîyaseteke nakok li hember Îranê sepandîye û piştgîrîya ji pêşvebirina wê dike.
“Ez ji polîtîkaya bi vî rengî ya Rûsyayê xemgîn dibim. Îran hêvî dike ku Moskva di têkilîyên bi Têhranê re xwe ji tevgerên paradoksal dûr bixe. Malekî wiha gotîye: “Eger Têhran metirsî li ser sînorên xwe bibîne wê bersiveke bibiryar nîşan bide»,- Malêkî elam kirîye.
Balyozê berê yê Îranê li Bekûyê pêwîstî dît ku helwesta Moskvayê şirove bike. Pisporê sîyasî û dîplomatê berê yê Îranê Mohsen Pakayî di hevpeyvînekê de ligel ajansa Mêhr, tekezî li ser zelalkirina helwesta Rûsîyayê kir û herwiha gotîye: Mêdyayên rojavayî vê mijarê ji bo têkbirina pêwendîyên Rûsyayê û Îranê bi kar tînin.
“Piştî serdana Pûtîn ya Adirbêcanê divê helwesta Rûsîyayê bê zelalkirin. Balyozê berê yê Îranê li Bekûyê gotîye: “Niha nêrînek heye ku piştî daxuyanîyên Pûtîn wê “Korîdora Zengêzûrê” bê vekirin û sînorên Îranê yekser biguhere û di peywendîyên ligel Rûsyayê û Adirbêcanê de pirsgirêk derkevin”.
Li gorî mêdyaya rûsî, lê balyozê Îranê li Rûsîyayê Kazim Celalî piştrast kirîye ku, tevî hin daxuyanîyên nezelal, li pêşerojeke nêzîk de, îmzekirina rêkeftina hevkarîyên stratejîk di navbera Îranê û Rûsyayê de tê çaverêkirin, ku pêwendîyên her du welatan bihêztir bibin.
Serokê Fêdêrasîyona Rûsîyayê Vladîmîr Pûtîn wê mêvandar be û serokkomarê Îranê Mesûd Pêzêşkyan jî wê yekem serdana Fêdêrasîyona Rûsîyayê bike”.
Di heman demê de balyozê Îranê li Rûsîyayê paşxistina îmzekirina wê belgenameyê red nekir û tekez kir ku heta niha tu biryarek nehatîye dayîn.