H’emû nûçeSereke
Projeya peymana aşîtîyê, ya ku teslîmî Adirbêcanê kirine, têksta bi hevra qayîlkirîye: Mîrzoyan

Projeya peymana aşîtîyê, ya ku teslîmî Adirbêcanê kirine, têksta bi hevra qayîlkirîye. Derbarê wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Lyûksêmbûrgêyî karên der, gotîye.
Bi gotina wezîrê karên der, rêdaktorîya deha hê pêşda hatibû qayîlkirinê. “Em hîvîya bersiva Adirbêcanêne. Mecala morkirina peymana aşîtîyê û vekirina rûpelê aşîtîya li Kafkasîya Başûr heye”,- Mîrzoyan gotîye. Bi gotina wî, nêzîkbûnên Ermenîstanêye dora wê yekê nayêne guhartinê. Yêrêvan amadeye rêyên girtî lez bide vekirinê, li gorî prînsîpên înîsîyatîva “Xaçerêya aşîtîyê”.







