H’emû nûçeSereke

Soza me ew e ku em fersendê bidin gelê ermenî ku li welatekî serbixwe bêyî ku atmosfêra tirsê hîs bike, bijî: Bêtêl

Divê gelê ermenî bêyî ku atmosfereke tirsê hîs bike, ji pozîsîyona cînarê xwe bitirse, li welatekî serbixwe bijî. Ev fikir ji alîyê cîgirê serokwezîrê Lyûksêmbûrgê, wezîrê karên der û bazirganîya der, Ksavyê Bêtêl, bi hevtayê xwe yê ermenî re li Yêrêvanê, di konfêranseke çapemeniyê ya hevpar de hatîye gotin.

Li ser rewşa aloz ya herêmê, Bêtêl dîyar kir ku li Avropayê jî têkilîyên tevlîhev hene. “Cînarên me yên dijwar jî hebûn: Fransîya, Almanya, Bêlçîka. Lê îro em di nav aramî û ewlehîyê de dijîn. Projeyên hevpar hene. Ev ji bo Ermenîstanê xewneke mezin e, ku ciwan bi aramî bijîn da ku xema rewşa cînarê xwe negirin”.

Wezîr bi awayekî katêgorîk dîyar kir ku ew desthilatdarîya hêzê qebûl nakin. Li gorî wî divê ciwan bibînin ku Yekîtîya Avropayê ne li alîyê din yê cîhanê ye, lê pir nêzîktir e. Bêtêl piştrast e ku destpêkirina dîyalogê li ser azadkirina rêjîma vîza û projeyên din belgeya nirxên hevbeş e. “Ermenîstan ji bo dewleta hiqûqê gelek gav avêtin. Bizanin ku wekî Yekîtîya Avropayê em berpirsîyar in”,- wezîr piştrast kir, ewî got ku ew îro serdana bîrdarîya qurbanîyên qirkirina Ermenîyan kir. “Em nikarin dîrokê biguherînin, lê divê em dersan derxin, ev erka me ye ku em firsendê bidin gelê ermenî ku li welatek serbixwe bijî, bêyî ku atmosfera tirsê hîs bike, bêyî ku ji helwesta cînarê xwe bitirse. Ne ku di atmosfera hilbijartina di navbera reş û sipî de bijîn, lê li gorî biryarên xwe bijîn û li gorî berjewendîyên xwe biryarên xwe bidin. “Gefên bikaranîna hêzê ne çareserî ye”,-wezîr gotîye.

Wezîr di bersiva vê pirsê de ku hêvîya alîyên Avropî ji dîyaloga azadkirina vîzayê çi ye, got ku şaş e ku mirov bifikire ku her tişt di şevekê de biguhere. “Lê ew ê hêsantir be ku li dora xwe bigerin. Ji bo xurtkirina peywendîyan ev gaveke sembolîk e, ji bo welatîyan girîng e, ew ê nêzîkî Yekîtiya Avropayê bibin. Yekîtîya Avropayê ne tenê jimare, gel e. Azadkirina rêjîma vîzeyê wê Ermenîstanê nêzîkî Yekîtîya Avropayê bike, wê bibe wek ku hûn bi xêr hatin gelê ermenî.”

Zêdetir nîşan bide
Back to top button