H’emû nûçeSereke

Kompanîya amêrîkî nava doranên şuxulkarîya çêkirina ênêrgabloka atomîye nû li Ermenîstanê lêkolîna pêk tîne

Lêkolînên bona çêkirina kanîya ênêrgîya atomîye nû, ya li Ermenîstanê, îdî destpê bûne.Encamên wan xebata gerekê bihara sala 2025 a bêne raberkirinê.

Cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî serkarîkirina têrîtorîya û sîstêma Hakob Vardanyan gotîye “Armênprêss” ê, wekî nava pêvajoya çêkirina ênêrgablokên atomîye nû lêkolînên têknîkî tên pêkanînê.

“Ew xebat bi teslîmkirina koma Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî û alîyê  ermenî ji alîyê kompanîyake amêrîkîda tên pêkanînê. Armanc ewe ku bidine zelalkirinê, ku pêşnyarên amêrîkîye bona stansîyayên biçûk kîjan gorî  hewcetîyên Ermenîstanêye. Têra hatîye dîtinê ku wan  lêkolîna bihara sala 2025 a ser hevda bînin”,-Hakob Vardanyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button