H’emû nûçeSereke

Bona destpêkirina pêvajoya bo endamtîya Ermenîstanêye nava Yekîtîya Avropayêda, wê bona pêkanîna rêfêrêndûmê berevkirina îmza bê pêkanînê

Komîsîya Ermenîstanêye hilbijartina 11 ê îlonê wextê civîna xwe, erza 51 welatîya daye razîkirinê, ya derheqa endamtîya nava Yekîtîya Avropayêda. Hatîye dîyarkirinê,wekî înîsîyator bi wê armancê gerekê bê sazkirinê. Serokê  wê komê Artak Zêynalyan hatîye kifşkirinê.

Bona ku projeyê raberî rêfêrêndûmê bikin, pêwîste nava 60 rojîda, piştî sazkirina komê, îmze bêne berevkirinê. Berevkirina îmza gerekê ji 16 ê îlonê destpêkirî hetanî 14 ê mijdarê berdewambe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button