Ermenîstanê îro biryar kirîye ku sînorxweykirên rûs li Ermenîstanêbin, lê sibê jî dikare biryarke,wekî ew li wir nîbin:Paşînyan
Wekîlên cêrge welata elametîya derheqa dokûmênta sêalîda, ya 9 ê mijdarê, belav dikin û ji wan elametîya tê ber çeva ku wana wan elametî nexwendine.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye.
“Xala elametîya 9 ê mijdarêye 9 a tê gotûbêjkirinê.Werin em bixwînin ku çi nivîsare: “Hemû pêwandîyên herêmêye êkonomîkî û transportê tên vekirinê”. Ev yek dide kifşê, wekî xala 9 a tenê derheqa îzbatkirina pêwandîya Adirbêcanê û Nexçêvanêda nîne.Berî her tiştî ew yek derheqa wê yekêda nîne, ew ji têma tomerîye. Ew yek derheqa vekirina hemû rêyên transportêdane, mesele, rêyên hesinîye Ermenîstan-Îran, Ermenîstan-Rûsîya, ew jî nava Mêgrîyê, Îcêvanê û Qazaxêra.
Paşînyan dîsa xwendina xala 9 a berdewam kirîye: “Ermenîstan ewlehîya tevgirêdanên transportêye di navbera nehîyên Adirbêcanê û Nexçêvanêda dide çareserkirinê, bona ku welatî, transport û bar bêne cîguhastinê”.We guhdar kir wekî garanta wê yekê Ermenîstane û ew hemû kesên ku dibêjin wekî alîyê sêem gerekê ewlehîyê bide çareserkirinê,gerekê bidine kifşê, ku ew li kîderê hatîye nivîsarê. Hemû tişt Ermenîstan dike û hema ev yek wekehevtîyê û serbixwetîyêva girêdayîye”.
Paşînyan paşê wa berdewam kirîye: “Kontrola hindava tevgirêdanên transportê organên Rûsyayêye sînorxweykir mîyaser dikin”.Li kîderê niîvsare,wekî orgnanên Rûsîyayêye sînorxweykir gerekê cîhda amadebin? Tiştê usa nivîsar nîne. Heger ew derheqa amadebûna sînorxweykirên rûsda dibêjin, ew yek pirsa peymanêye, pirsa biryara Ermenîstanêye. Îro biryar kirine wekî ew gerekê li virbin, sibê dikarin biryarkin, ku li vir nîbin.
Ya mayîn wa nivîsare: “Bi qayîlîya alîya çêkirina rêyên transportêye nû, yên ku Nexçêvanê Adirbêcanêva girê didin, gerekê bê çareserkirinê”.Em qayîlin,werin derbazbin. Adirbêcan qayîl nîne, çimkî dibêje ku ewlehîyê gerekê tu çareser nekî, lê hatîye îmzekirinê wekî Ermenîstan gerekê wê yekê bike.Roja îroyîn nava hewa Ermenîstanêra teyare diçe Nexçêvanê. Gelo em bona çi gerekê bêjine Adirbêcanê, ku em nahêlin herine Nexçêvanê? Fikira wê yekê kîjane?
Nevsên fermî, yên hinek welata elametîya bela dikin û li ber çevaye wekî van meriva yan dokûmênt nexwendine, yan jî zûva nexwendine”,- serokwezîrê Ermenîstanê gotîye.