H’emû nûçeSereke

Hukumata Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî fînansekirina alîkarîya bo Ermenîstanê dubare dike

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û serokê mîsîya li Ermenîstanê, ya ajansa amêrîkîye boy pêşkeftina navneteweyî Con Alêlo dokûmênta derheqa guhartina qayîlnivîsara bona hevkarîyê îmze kirine. Hatîye dîyarkirinê,wekî dokûmênta pêşda derheqa 120 mîlyon dolarî hatibû dîyarkirinê û  niha jî govekên bernamên tevayî tên berfirehkirinê û ew pere wê bighîjine 250 mîlyon dolarî.

Wê  bikevine nava qayîlnivîsarê govekên mînanî serkarîkirina rîska qezîya, ewlehîya xurek ênêrgêtîkayê, hevkarîya herêmî û kirîn-frotan, pêşxistina pêvajoyên dêmokratîk û êkonomîkî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button