Rûsya Ermenîstanê ditirsîne, çi, em di nav tirsê de bijîn? : sala 2013 de jî tehdîd kir me Yekîtîya Avropayê red kir, me ewlekarî bi dest nexist: Arsên Xaratyan
Ermenistan li ber bijarteyên girîng e, çawa têkilîyên bi Rûsyayê re bidomîne, di rû bi rûbûna Rojavayê-Rûsyayê de xwe çawa bi cîh bike, di nav yekîneyên întêgrasyonê yên Rûsyayê de bimîne, ka serlêdana endametîya Yekîtîya Avropayê bike yan na têkilîyên bi Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyîra? 11 sal berê di vê rojê de, Ermenîstan bi biryara Sêrj Sargsyan ket nav Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, dev ji îhtîmala endambûna Yekîtîya Avropayê berda. Ji desthilatdarên berê yên Ermenîstanê re wisa xuya bû ku heger Ermenîstan bikeve Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî, ew ê ewlehîyê bi xwe re bîne, di mijara Qerebaxê de dê Rûsya alîgirê Ermenîstanê be, wê destûrê nede dagirkerîya Adirbêcanê, wê destûr nede ku Adirbêcana axa Ermenîstanê bike. Lê ev yek pêk nehat. Di mijara nêzîkbûna Rûsyayê ya ku bi Rojava re di nava şer de ye, çi ji Ermenîstanê tê hêvîkirin?
Damezrînerê malpera nûçeyan û analîzê ya “Alik Media” ê Arsên Xaratyan ji Factor TV re ragîhand ku Rûsya her dem Ermenîstanê ditirsîne û tehdîd dike, lê pirs ev e: piştî vê yekê wê çawa bimeşin? “Werin em di nava tirseke bêdawî de bijîn, di sala 2013 a de me di bin tehdîdê de tevlîbûna Yekîtîya Avropayê red kir, lê me ewlekarî bi dest nexist. Wê demê gefa şer li Sêrj Sargsyan xwaribû û biryara wî ya bidawîkirina girêdana bi Yekîtîya Avropayê û ketina yekîtîya gumrikê ku piştre jê re Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî hate binavkirin, şaş bû. Fêderêsyona Rûsyayê dibêje, min Ermenîstan efirand, hûn nankor in, divê em bersivê bidin: na, em ne kolonîya we ne, dewletek me hebû. Li gor Xaratyan, efsaneya ku ala Rûsyayê Ermenîstanê ji êrîşan diparêze, van salan ji holê rabûye. Û wî hêvîya xwe anî ziman ku di demeke nêzîk de garnîzoneke me ya rûsî li Ermenîstanê nemîne, nemaze ku hevkarîyên ewlehîyê bi Rojava re hene, lê ew tekezî li ser encamên berbiçav dike. “Komara Ermenîstanê kirîna çekên Rûsyayê 90 selefî kêm kir, derîyên wezîreta parastinê ji Dewletên Amêrîkayêye Yebûyî û Fransayê re hatin vekirin, divê ev yek berdewam bike”.