H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê bersiva elametîyên Bekûyê daye û gotîye wekî nava peymana aşîtîyêda gerekê hemû xalên girîng hebin

Nava projeya peymana aşîtîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda 13 xal hene, yên ku ji alîyê Ermenîstanê û Adirbiêcanêda hatine hevraqayîlkirinê.Sê xal jî ne bi temamî hatine hevraqayîlkirinê. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr li parlamêntê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsên parlamêntvana daye.

Parlamêntvana ji partîya “Peymana sîvîl” bîr anîye wekî van axirîya Ermenîstanê pêşnîyar şandibû Adirbêcanê, wekî sê xalên hevraqayîlnekirî bihêlin û piştî îmzekirina peymana aşîtîyê danûstandina teşkîlkin. Parlamêntvanê pirs daye ku tabîya serokwezîr nava vê pirsêda çi cûreyîye.

Serokwezîr gotîye,wekî 13 xal bi hevra hatine qayîlkirinê.

“Sê xal bi temamî nehatine hevraqayîlkirinê.Xalek jî heye, ya ku usa maye.

Pêşda 18 xalên peymana aşîtîyê hebûne.Dêmek çend xal hatine derxistinê. Adirbêcanê bi xwe gotîye,wekî xala derheqa vekirina rîyada bidine derxistinê.Niha em dibêjin,wekî çi ku hatîye hevraqayîlkirinê, wê yekê dikarin îmzekin”,-Paşînyan gotîye.

“Pirsa me ewe, wekî heger em hemû pirsên girîng pêşda bikişînin, gelo pirsên girîng wê îdî tunebin? Li ber çevaye,wekî li dinîyayê tu peymaneke usa tune, ya ku bersiva hemû pirsa dide.Feqet welat dîsa pêwandîyên xwe didine pêşxistinê û gotûbêjkirinên dora wê yekê berdewam dikin.Em dibêjin ku çi heye û çi hatîye hevraqayîlkirinê, bidine îmzekirinê û pêşda herin. Heger hemû pirsên girîng em gerekê helkin û paşê îmzekin, wî çaxî usa dertê,wekî peymanê tu cara neyê îmzekirinê”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button