Komîsîya Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya mafên mêriv, wê bi têma paqijkirinên êtnîkîye ji alîyê Adirbêcanêda, yên li Qerebaxê, guhdarkirina pêk bîne
19 ê îlonê komîsîya Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, ya mafên mêriv, wê bi têma paqijkirinên êtnîkîye ji alîyê Adirbêcanêda mîyaserkirî, yên li Qerebaxê, guhdarkirina pêk bîne.Komîsîyayê usa jî pirsa zordarîyên dijî azêrîya, yên ku dijî hukumata Adirbêcanê bûne, gotûbêj bike.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqha wê yekêda komîsîya kongrêsêye pirsên mafên mêriv belav kirîye.
“Ji alîyê pirsa mafên mêrivda, hukumata Adirbêcanê li ser asta nimize. Li gorî Freedom House ê, nava rêjîma Adirbêcanêye avtorîtarda desthilatdarî dîsa destê Îlham Elîyêv û malbeta wîdane, yê ku ji sala 2003 a da qulixa serokê dewletêdane. Li Adirbêcanê ruşetxwerin belavbûyîye û opozîsîyona sîyasîye formal rûyê zordarîyada zeyîf bûye.Nava van salên dawîda desthilatdarîyê gavên berfireh dijî azayên sîvîl avîtine”,-nava elametîya komîsîyayêda hatîye dîyarkirinê.
Hatîye dîyarkirinê,wekî piştî wê yekê dema ku îlona sala 2023 a hukumata Adirbêcanê opêrasîyona leşkerî li Qerbaxê mîyaser kir, li wê anklavê halê ermenîyên êtnîk hate guhartinê. “Dawîya sala 2023 a, ew hemû revîne Ermenîstanê.Wextê guhdarkirina wê cêrge pirsên girêdayî paqijkirinên êtnîkîva, nava wanda usa jî halê dîlên leşkerî û sîyasî bêne gotûbêjkirinê. Xeberdan wê usa jî derheqa pirsa gavên dijî çanda ermenî here.Pirsên derbarê azêrîyên êtnîkîda, yên ku bûne qurbanîyên zordarîya, wê bê gotûbêjkirinê.Beşdarên gotûbêjkirinê wê pêşnîyarên xwe raberî kongrêsê bikin”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.