H’emû nûçeSereke

Ovêrçûk elam kirîye wekî vekirina rîya nava doranên elametîya sêalîda, bi xweykirina prînsîpên serbixwetîyê û yekîtîya axa Ermenîstanê, dikare bê mîyaserkirinê

Rûsîya her dem amadeye  xwe bighîne pêvajoya vekirina rêyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û nava wê pirsêda  li ser bingeha prînsîpên  yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê alî bike.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda cîgirê serokwezîrê Rûsîyayê Alêksêy Ovêrçûk gotîye.Bi wê yekêva tevayî, Ovêrçûk elam kirîye wekî vekirina rêyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda dikare nava doranên pevketinên 9 ê mijdara sala 2020 î bê kirinê.

“Ez dixwezim bêjim, wekî vekirina rîya dikarin nava doranên wan pevketinada mîyaser bikin, yên ku nava elametîya sêalîda, ya 9 ê mijdara sala 2020 î /Ermenîstan, Rûsîya, Adirbêcan/ hatine dîyarkirinê. Rûsîya her dem amadeye  xwe bighîne pêvajoya vekirina rêyên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda û nava wê pirsêda  li ser bingeha prînsîpên  yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê alî bike”,-Ovêrçûk gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button