Piştgirîya Fransîyayêye bona serbixwetî û yekîtîya axa Ermenîstanê nayê guhartinê: Stêfan Sêjûrnê
Bi seredana dorojêva li Ermenîstanêye wezîrê Fransîyayêyî karên der Stеfan Sêjûrnê.
Îro hevdîtina wezîrên Ermenîstanê û Fransîyayêye karên der wê pêk bê, piştî kîjanê prêss-konfêransa Ararat Mîrzoyan û Stêfan Sêjûrnê wê derbazbe.
Piştgirîya Fransîyayêye bona serbixwetî û yekîtîya axa Ermenîstanê nayê guhartinê.Derheqa wê yekêda Stêfan Sêjûrnê berî seredana li Ermenîstanê gotîye.
“Fransîya li rex hevkara dîrokî û welatê dost Ermenîstanê sekinîye û piştgirîya meye bona serbixwetî, yekîtîya axa wê û cedandinên bona aşîtîyê nayê guhartinê. Hevkarîya meye tevî Ermenîstanê qewîne û em qewîn dikin. Em piştgirîyê didine pêşketina sîstêmên Ermenîstanêye stratêcî. Em usa jî nava goveka parastinêda hevkarîyê dikin. Bi înîsîyatîva “Fransîya-Ermenîstan” em wana diparêzin, yên ku beşdarî piştgirîya Ermenîstanê dikin”,- wezîrê Fransîyayêye karên der gotîye. Bi axaftina derheqa seredanên li Ermenîstanê û Moldovayê, Sêjûrnê gotîye wekî ew hema xût li Ermenîstanê û Moldovayê diqeside, çimkî wan welata rîya dêmokrasîyê û serbixwetîyê girtine, li ser rîya berbi Avropayêne û ew rastî cêribandinên tevlîhevkirina hal tên.