Tu tişt nehatîye guhartinê, Ermenîstan bi rîya Avroîntêgrasîyayê pêşda diçe: Sona Xazaryan
Piştî hilbijartina hetanî niha, dema ku hinek pirsgirêkên ewlehîyê pêşda hatin, pirsên girêdayî Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv, sînorxweykirên rûs û bûyarên li Qerebaxêva girêdayî, Ermenîstanê hevkarîyên ewlehîyêye der careke mayîn lê nihêrî. Derheqa wê yekêda parlamêntvana fraksîyona “Peymana sîvîl” Sona Xazaryanê gotîye News. am ê.
Vî alîda Ermenîstan bi rîya dîvêrsîfîkasîyayê diçe. Dêmek, em pêwandîyên xwe bi cûrekî mayîn pêşda dibin, him tevî Yekîtîya Avropayê, him jî tevî welatên herêmê. Hûn usa jî xebata kûrkirina pêwandîyên tevî Hindistanê û Îranê dibînin. Tu tişt nehatîye guhartinê,Ermenîstan bi rîya Avroîntêgrasîyayê diçe, û hema îro jî parlamêntê gotûbêjkirina qayîlnivîsara Avrocastê destpê kir. Ewê ji alîyê parlamêntêda bê qebûlkirinê û têra tê dîtinê,wekî nava organên edaleta avropîda wekîlê Ermenîstanê wê hebe.Em ji pêvajoya Avroîntêgrasîyayê xwe dûr naxin”,- ewê gotîye.