Yekîtîya Avropayê bang li Adirbêcanê kir ku pirsgirêkên îşkence û mûameleya nemirovî ya li welêt çareser bike
Yekîtîya Avropayê daxuyanîya giştî ya li ser Adirbêcanê ku di rûniştina giştî ya tîrmeha sala 2024 a de ya komîtêya avropî ya pêşîlêgirtina îskence û mûameleya dijmirovî yan rûmet yan cezayê de hate pejirandin digire. Di daxuyanîya elametîya Yekîtîya Avropayê ya li konsêya Avropayê de hatîye gotin.
Em bang li rayedarên Adirbêcanê dikin ku mijarên ku di daxuyanîya komîtêyê de hatine destnîşan kirin li gorî erkên xwe yên navneteweyî, di nav de yên ku Adirbêcan wek endamê konsêya Avropayê îmze kirine, çareser bikin.
Yekîtîya Avropayê ji girtina dawîn li Adirbêcanê nîgeran e, ku ji sala borî ve meyleke metirsîdar ya girtina rojnamevanên serbixwe, parêzvanên mafên mirovan û nûnerên civaka sivîl zêde dike.
Em bang li Adirbêcanê dikin ku şefafî û prosêsa dadperwerî, her weha şert û mercên birûmet û ewledar ji bo hemî girtîyan mîsoger bike, di nav de gihîştina wan ya tam ji kar û barên tenduristî û kar û barên qanûnî yên serbixwe, û çareserkirina pirsgirêkên cidî yên îskence û mûameleya nemirovî yan xirabker yan cezakirin.
Yekîtîya Avropayê pabend e bi berdewamîya dîyalogê bi Adirbêcanê re di hemû warên sereke yên hevkarîyê de, di nav de mafên mirovan û serwêrîya qanûnê, li gorî sozên hevpar yên navneteweyî.
Ermenîstan, Îslanda, Lîxtênştêyn, Monako, Montênêgro, Makêdonya Bakûr, Norvêgîya, San Marîno û Padişatîya Yekîtîyê tevlî daxuyanîyê bûne.