H’emû nûçeSereke

Em Fêdêrasîyona Rûsyayê hişyar dikin korîdora Zangêzûrê xeta sor ya Îranê ye: Alîrêza Erafî

Armanc û nîyeta sîyaseta derve ya welatê me li ser jinavbirina serdestîya sîstêma yekpolar li cîhanê û hemû rêkeftinên di vî warî de, bi taybetî rêxistina hevkariya Şanhayê, BRICS e.

Ev yek ji alîyê ayatolah Elîrêza Erafî, sîgirê serokê meclîsa pisporên rêbertîyê û endamê meclîsa parastina destûra bingehîn ya Îranê ve hat ragîhandin.

“Peywendîyên dostane, aborî, sîyasî, zanistî yên bi welatên wek Çînitan û Rûsyayê re li ser vê bingehê ne, lê em Rûsyayê hişyar dikin ku tevî têkilîyên dostane jî, mijara xwedîderketina li sê giravan û korîdora Zangêzûrê xetên me yên sor in”,- gorî ajansa nûçeyan ya Fars News ê, ewî gotîye.

Elîrêza Erafî li himber gotinên serokkomarê Tirkîyayê ku gotibû, pêwîst e ji bo rû bi rûbûna rêjîma sîyonîst tedbîr bên girtin, ragîhandîye: “Ya yekem balyozxaneya rêjîma Sîyonîst li welatê xwe bigrin û ya duyem jî piştgirîya eksena berxwedanê bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button