H’emû nûçeSereke

Ermenîstan gerekê bikaribe axa xwe û binelîyên xwe biparêze: hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayêye nava goveka parastinêda wê berdewambe

Fransîyayê hevkarîya tevî Ermenîstanê, usa jî ya nava goveka parastinêda, berdewam bike. Derheqa wê yekêda wezîrê Fransîyayêyî karên der Stêfan Sêjûrnê li Yêrêvanê gotîye.

“Ermenîstan gerekê bikaribe axa xwe û binelîyên xwe biparêze. Hevkarîyên di navbera alîyên dostda tiştekî normale. Em vê yekê bi qedirgirtina serbixwetîyê dikin”,-ewî gotîye.

Sêjûrnê usa jî gotîye,wekî li wezîreta Fransîyayêye karên derda qulixa nû hatîye vekirinê û ew meriv wê bona bernamên hevkarîya Ermenîstanê û Fransîyayê cabdarbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button