H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Fransîyayêyî karên der qebûl kirîye

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan dêlêgasîya bi serkarîya wezîrê Fransîyayêyî karên der qebûl kirîye.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, Nîkol Paşînyan  seredana dêlêgasîya bi serkarîya Stêfan Sêjûrnê silav kirîye û pêşketina pêwandîyên tevî Fransîyayê, nava wanda usa jî govekên ewlehîyê û êkonomîkayê, girîng hesab kirîye.

“Startêcîya me eve: em dixwezin serbixwetîya xwe, dewletbûna xwe qewînkin û li ser vê rêyê piştgirîya Fransîyayê em bilind qîmet dikin”,- Nîkol Paşînyan gotîye. Serokwezîr usa jî daye dîyarkirinê, wekî Fransîya nava karê pêşxistina pêwandîyên tevî Yekîtîya Avropayê  amadeye.

Stêfan Sêjûrnê bona pêşwazîya germ razalixî elam kirîye û hevkarîya dualîye nava govekên ewlehîyê û êkonomîkîda girîng hesab kirîye.

“Fransîya li rex Ermenîstanêye û wê piştgirîya bona cimeta ermenî  berdewam bike. Me usa jî hemû cedandinên xwe dane xebatê, bona ku pêwandîyên di navbera herdu welatada qewînbin”,- wezîrê Fransîyayêyî karên der gotîye.

Wextê hevdîtinê, pirsên rojeva pêwandîyên dualî hatine gotûbêjkirinê.Fikir dora hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê hatine pevguhartinê.Xeberdan usa jî dora dîyaloga azakirina vîzada çûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button