Wê rojek bê ew roj ku em ê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve derkevin, ez difikirim ku Ermenîstanê rê veger nemaye: Sargîs Xandanyan

“Ermenîstan wê di asta serokwezîr Nîkol Paşînyan beşdarî lûtkeya BRICS ê bibe. Ermenîstan di formên cuda yên navneteweyî de beşdar dibe. Em ê nebin endamê BRICS ê, em ê tevlî bibin û her weha têkilîyên Ermenîstanê bi gelek welatên endamên BRICS re pir cîhêreng in. Nizanim Ermenîstan wek çavdêr yan jî wek vexwendî li gor peymana BRICS ê beşdar dibe. Di hevpeyvînekê de ligel Factor TV re, li ser pirsa beşdarbûna serokwezîr, endamê komîteya têkilîyên der Sargîs Xandanyan gotîye.
Ermenîstana ku daxwazên xwe yên dêmokratîk û avropî îlan dike, çawa beşdarî civîna bilind ya yekîneyeke ku bi giranî ji welatên dîktator pêk tê, dibe? “Ez çarçoveya wê pirsê fam dikim, ku bi berdewamî … hest heye ku Ermenîstan di vê qonaxê de xwedî hin daxwazên avropî ye, çima beşdar dibe? Û wek nimûne, têkilîya bi Afrîka Başûr, Hindistanê û welatên Avropayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî re çawa ye? Têkilîyeke me, bi Hindistanê re jî têkiliîyeke baş heye.” Sargîs Xandanyan li ser çavdêrîya ku Nîkol Paşînyan wê bi rastî beşdarî lûtkeya avahîyeke bi nav û dengê “dijî rojavayî” bibe, bersiv da, gelo wê Ermenîstan ji piştgirîya Rojava bêpar nemîne? “Gelo hûn difikirin ku bi beşdarbûna di civîna BRICS de, serokwezîrê Hindistanê xwe wek kesayetek dijberê rojava destnîşan dike?”
Bi dîtina min ev encam û nirxandineke zêde ye ku bi beşdarbûna lûtkeya BRICS ê wê ji piştgirîya Rojavayê bêpar bimîne. Ermenîstan bi formên cuda beşdarî nîqaşan dibe. Her wiha wê lûtkeya Hevalbendîya Welatên Serbest jî bê lidarxistin û ez texmîn dikim ku serokwezîr beşdarî wê bibe, ji ber ku em welatekî Hevalbendîya Welatên Serbestin. Em beşdarî civînên civaka sîyasî ya Avropayê dibin. Em vê yekê bidine ber çavê xwe, dinya niha pir tevlîhev bûye û ne reş û sipî ye. Divê hûn hewl bidin ku bi her kesî re têkilîyên normal hebin”.
Ji bo pirsê, ango gelo mirov hêvîya xwe ji dest bide ku rayedarên Ermenîstanê wê biryarê bidin ku ji Organîzeya Ewlehkarîya Kolêktîv, Hevalbendîya Welatên Serbest, Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî vekişin, ji bilî vê, dijwar e ku meriv bifikire ku di mijara Ermenîstanê de beşdarî BRICS ê bibe namzetek ji bo endamtîya yekîtîya avropî pêşkêş bike. “Çima, ez pirsgirêkekê nabînim. Di derbarê pêvajoya întêgrasîyona avropî yan jî pêvajoya kûrkirina têkilîyên bi Yekîtîya Avropayê re, ev yek di encaman de tê tomar kirin: em dest bi dîyaloga serbestîya vîzayê dikin, em bûne beşek ji fona aşîtîyê ya avropî, rojeva hevkarîyê ya nû tê pêşve xistin. Bila mirov hêvîya xwe winda nekin. Di derbarê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve de, ez bi xwe difikirim ku Ermenîstanê rêyek vegerê nemaye. Dê rojekê bê ew roj ku Ermenîstan ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîve derkeve”.







