Çima Adirbêcan dikare ji Îtalyayê, Çêxîyayê û Slovakyayê çekan bikire, lê Ermenistan nikare ji Fransîyayê çekan bikire? : serokwezîr
Ermenîstan têkilîyên xwe yên ewlehîyê heta radeyekê cîhêreng dike. Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan di duyemîn lûtkeya ermenîyan ya cîhanê de li ser nêrîna jîngeha ewlehîyê gotîye.
“Di van demên dawî de biryarek pir girîng hate girtin Yekîtya Avropayê, fona aşîtîyê ya Avropayê piştgirî da Ermenîstanê, ku di warê diravî û têknîkî de tenê sembolîk e, lê girîngîyeke mezin e. Em bi gelek welatan re hevkarîya leşkerî-têknîkî dikin. Em jî artêşeke profêsîyonel ava dikin”.
Serokwezîr her wiha amaje bi daxuyanîyên hukumeta Adirbêcanê jî kir, bi taybetî ku Ermenîstan çekan ji Fransîyayê dikire.
“Hûn dizanin çi balkêş e?” Dibêjin Rojava çekan dide Ermenîstanê. Biborînin, lê Adirbêcan çekan ji Çêxîyayê, Slovakyayê û Îtalyayê dikire.
Çima Adirbêcan dikare ji Îtalyayê, Çêxîyayê û Slovakîyayê çekan bikire, lê Ermenistan nikare ji Fransîyayê çekan bikire? “Çima Adirbêcan dikare ji Pakîstanê çekan dest bîne, lê Ermenîstan nikare ji Hindistanê?”- Paşînyan gotîye.
Serokwezîr her wiha bi bîr xist ku rêformên hêzên çekdar yên Ermenîstanê ti çarçoveyeke êrîşkar nîne.
“Em dibêjin pirsgirêka me parastina xaka serwêr ya 29 hezar û 743 kîlometre çargoşe ye ku ev maf bi Peymana Neteweyên Yekbûyî hatîye mîsogerkirin. Her wiha belgeyên Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên din yên navneteweyî erkê li ser dewletê ferz dikin ku ewlehîya welatîyên xwe pêk bîne. Em ê van erkên xwe pêk bînin”,- Paşînyan bi dawî kir.