SerekeSîyasî

Ermenîstanê di mijara nûjenkirina hêza xwe ya hewayî de bang li Hindistanê kirîye:The Print

Rojnameya hindî The Print li ser zarê çavkanîyan dinivîse, Ermenîstan hewl dide hêza xwe ya asmanî nûjen bike û ji Hindistanê daxwaza alîkarîyê di warê çekdanîn û parastina firokeyên xwe de dike.

“Су 30 yên ku Ermenîstanê dixebitîne ji opêrasîyonên me cuda ne, ji ber vê yekê divê em bibînin ka çi dikare bê kirin. Danûstandin tenê di qonaxa destpêkê de ne, “çavkanîyê ji ThePrint re gotîye: “Ew (ermenî) dixwazin   Су 30 yên xwe nûjen bikin û çekên me întêgre bikin”.

Çekên ku Ermenîstan lê digere, cebilxaneyên rênîşander yên hewayî erd jî hene.

Lê belê di mêdyayê de tê gotin ku heta niha tu tesdîqek bi dest neketîye ka Ermenîstan dixwaze mûşekên hewayî yên BrahMos bi dest bixe yan na.

Çavkanîyên han eşkere kirin ku di warê hinartina mûşekan de gelek protokol hene û pêwîste gelek pirs bi lezgînî bên çareserkirin.

“Ermenîstanê  sala 2019 a de 4 balafirên Су 30 ji Rûsîyayê kirî, lê  sala 2020 î de beşdarî şerê Arsaxê û Adirbêcanê nebû, ji ber ku hêza balafirê tune bû, di nav wan de cebilxaneyên rêberî yên hewa erd jî hebûn.

Hêjayî gotinê ye ku Adirbêcan bi alîkarîya Tirkîyayê hewl dide  Су 25 yên xwe yên serdema Sovyêtê xurt bike”,- çapemeniya Hindistanê ronî dike.

Li gorî The Print, qadeke din ya ku Ermenîstan lê dinêre, lênihêrîna  Су  30 û her weha perwerdehîya pîlotan e.

Li gorî rojnameyê, Hindistan bi qasî 272 yekîneyên  Су  30 MKI kar dike û karîye hilberîna herêmî ya hin hêmanên balafiran bike, ku ev yek dibe alîkar ku ji bo lênihêrîn û parçeyên yedek bi Rûsîyayê ve girêdayî be.

 “Helbet, çar balafirên  Су 30 yên ku Ermenîstanê dixebitîne, bi piranî wek “fîlên sipî” tên naskirin, ji ber ku gelek pere li wan hatîye razandin, lê feydeya wan tuneye. Ji alîyê din ve, Adirbêcanê veberhênan li ser diron û cebilxaneyên ku karîne gelek sîstemên berevanîya hewayî ya Ermenîstanê têk bibin û herwiha li stûnên wê yên zirxî xistin.

Piştî pevçûyînê, Ermenîstan bû îxrackarek sereke ya hilberên parastinê ji Hindistanê re û berê gelek pergalê, di nav de topxane, her weha rokêt, hawan, radar, çekên piçûk û pergalên armanckirinê kirî”,- The Print dinivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button