SerekeSîyasî

Serok Barzanî: pêdivî ye hilbijartinên parlamana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf bên kirin

Serok Barzanî pêşwazîya balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û pê re danûstandinan li ser hilbijartinên parlamana Kurdistanê dike, herwesa tekez dike ku pêdivîyê hilbijartinên parlamana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwazîya balyozê Brîtanyayêyî li Îraqê Stêfên Hîtçên kirîye.

Baregayê Barzanî parve kirîye: “Di wê hevdîtinê de ku konsûlê giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Andrêw Bêazlêy jî tê de amade bûbû, her du alîyan dîtin û nerînên xwe li ser piroseya sîyasî ya Îraqê û peywendîyên navbera hökömeta Îraqê ya Fêdêralî û hökömeta Herêma Kurdistanê û encamên erênî yên dawî serdana serok Barzanî ji bo Bexdayê li hev guhertin.

Her di wê hevdîtinê de, danûstandin li ser hilbijartinên cotmeha bê yên Herêma Kurdistanê hatin kirin, herwesa serok Barzanî ji bo şanda mêvan tekez kir ku, pêdîvî ye hilbijartinên parlamana Kurdistanê bi awayekî azad û şefaf û zelal û dûrî her asteng û arêşeyekê bên kirin.

Pirsa mana hêzên hevpeymanan û alîkarî û hevahengîyên navbera hêzên hevpeymanan û artêşa Îraqê û hêza pêşmerga jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button