“Xizmetkarên yekîneya ermenîya-rûsî ya tûgaya “Arbat” a tûgaya “Pyatnaşka” ya wezîreta parastinê ya Rûsîyayê hewl dan ku derbeya çekdarî li Ermenîstanê bikin”. Koordînatorê yekîtîya welatîyên agahdar Danîêl Îoannîsyan li ser rûpela xwe ya Facebookê nivîsîye.
“Li gorî amûrên ku hatine bikaranîn, mirov dikare bêje ku ji bilî efserên wezîreta parastinê ya Rûsîyayê, servîsên taybet jî beşdarî amadekirina derbeyê bûne.
Ev yekemîn opêrasîyona naskirî bû ku ji alîyê hêzên Ermenîstanê ve li dijî hêzên Rûsîyayê pêk hat. Bijîn xort (û keç jî).
Berîya niha me ragîhandibû ku di encama tedbîrên opêrasîyon-lêpirsînê yên ji alîyê sêrvîsa ewlekarîya netewî ve hatine girtin de, der barê komek kesên ku bi lihevkirinek berê xwe amade dikin desteserkirina desthilatdarîyê bikin de agahî hatin girtin.
Niştecihên berê yên Qerebaxa Çîya û welatîyên Ermenîstanê her meh bi 220 hezar rûbleyî dihatin leşkerkirin û ji bo ku çekên nû nas bikin û fêrî bikaranîna wan bibin şandin Rûsîyayê.
Di derbarê 7 kesên ku ev kiryara kirine de doz hat vekirin. 3 ji wan hatin girtin, 4 jî li wan dihatin lêgerîn.