H’emû nûçeSereke

Hevkarîya leşkerî-têknîkîye tevî Rûsîyayê ji 96 selefî nimiz bûye û niha ji deh selefî jî nimiztire, ew yek açixîya meye: sêkrêtarê ewlehîyê

Pirsên sîyaseta Ermenîstanêye der û ewlehîya wê pircûretîye û armanca wêye hîmlî ewe, wekî ew pirsgirêkên ku hebûne, Ermenîstan bikaribe bide serkarîkirinê û karebûnên xwe bide zêdekirinê.Derheqa wê yekêda sêkrêtarê şêwira Ermenîstanêye ewlehîyê Armên Grîgoryan wextê civîna ermenîye global gotîye.

“Me gelek cara derheqa ewlehî û dîvêrsîfîkasîya Ermenîstanê xeberdaye û dîvêrsîfîkasîya pirsa meye hîmlîye. Heger nava goveka ewlehîyêda cêrge açixî hene, nava goveka aborîda açixîyên mezin tunene, lê em dîsa hewil didin ku bighîjine pêşketinê.

Açixîke me hevkarîya leşkerî-têknîkîye. Berê hevkarîya lekşerî-têknîkî, ya tevî Rûsîyayê ji 96 selefî zêdetir bû. Roja îroyîn ew ji 96 selefî nimiz bûye û niha jî ji deh selefî nimiztire. Ew yek encamê sîyaseta 3-4 salên dawîye. Niha çend hevkarên leşkerî-têknîkî hene.Yek Hindistane, ya mayîn Fransîyaye û em jî hevkarên başqe digerin”,-ewî gotîye.

Bi gotina Armên Grîgoryan armanc ewe, ku 4-5 hevkar hebin û hevkarîya tevî her yekî ji 20 selefî zêdetir nebe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button